Roja 18ê Çiriya Paşîn, “Şehîn Zadehmed” berpirsa Beşa Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Dêmokrat Ii welatê Fînlendê, digel “Pavo Arhînmakî” yê Wezîrê berê yê çanda Finlendê ku ji şêwirkarê Encumena Wezaîran a Hizba Çepên Fînlendê ye û herwisa yek ji endamên avakerê Dîska Kurd li Parlemana Fînlednê ye, hevdîtinek pêk anî.
Armanc ji vê hevdîtinê, anîneberbas a pirsa kurd bi giştî û bi taybet beşa Rojhilatê kurdistanê bû.
Ev dîksa çend salek bû ku çalak nemabû, lê piştî gotûbêj û danûstandinan, bi berçavgirtina rewşa hestiyar a deverê û bi taybet beşa Rojhilatê Kurdistanê, pêşniyara çalakbûn a dubareya vê dîskê li nav parlemanê de hate berbas û Ii ser hate axivîn.
Li encamê de bi keyfxweşiyê ve pêşewaziyek hêja ji vê pêşniyare hate kirin û biryar hate dan ku bi kordînatoriya “Şehîn Zadehmed” a berpirsa Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Fînlendê, tîmeke dualî ya pêkahtî ji nûnerên vê girûpê ji Kurd û Parlemantarên Fînlendî bi armanca gihandina zanyariyan û karên hevpar, li ser mijarên pêwendîdar bi doza Kurd li deverê, bê avakirin û dest bi kar bibe.