Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derdora nîveya xelkê Îranê nikarin xwarina hewce bo malbatên xwe dabîn bikin

11:03 - 22 Çirriya paşîn 2025

“Ehmed Îsmaîlzade” berpirsê ofîsa baştirkirina xwarinan a civakê ya Wezareta Tendirustiya rêjîmê tevî îşarekirin bi bilindbûna nirxa xwarinan li Îranê, ragihand ku bilindbûna nirxa beşek ji wan xwarinan bi rêjeyekê zêde ye ku ji dehika 1 heta 5 a civaka Îranê şiyana malî ya kirîna wan xwarinan nînin.

Herwisa navbirî ragihand ku pêka lêkolînên salên berê, 35 heta %45 a malbatan li Îranê xwarinên wek pincar û berhemên şîrî, bi sedema hejariyê, kêmtir ji berê bikar tînin.

Axaftinên wî berpirsê rêjîmê li halekê deye ku nirxa hinke ji xwarinan pêka amarên rêjîmê 2 heta 3 qat bilind bûye û xwarinên wek birinc ku xwarina bingehîn a xelkê Îranê ye û herwisa goşt û hinek xwarinên din, bi gelek kêmî ji aliyê qatên hejar a civakê ve ku zêdetir ji nîveya civaka Îranê li xwe digre, têne kirin.