Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

bilindbûna nirxa dermanan û hejariya xelkê, canê nexweşan xistiye metirsiyê

16:26 - 22 Çirriya paşîn 2025

Pêka raporên belkavbûyî, qeyrana destnekevtina dermanan û bilindbûna nirxa wan li Îranê gihîştiye astekê ku xelkê kêm dahat ên tûşbûyên bi nexweşiyên giran, canê wan kevtiye metirsiyê û rêjîmê jî bi pêka siyaseta xwe ya çewt û şaş, dermanên hewce bi nirxek kêmtir bo wan dabîn nake.

Pêka wan raporan, bi sedema guherîna siyaseta rêjîmê li dabînkirina bûdceya hewce bo dermanan, nirxa pitira dermanan heta 5 qat bilind bûye û bi sedema neşiyana rêjîmê li kontrolkirina nirxa dermanan li dermanxaneyan, rewş hêj dijwartir bûye û canê nexweşan kevtiye metirsiyê.

Nirxa hewcehiyên jiyana xelkê Îranê û bi taybet, derman û xwarinan ji aliyê delalên bazaran ve tê diyarîkirin û rêjîma Îranê li vê derheqê de ti hewlek bo kontrolkirina nirxan nade.