Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat peyameke pîrozbahiyê bo Yekîtiya Jinên Dêmokrat şand

16:32 - 22 Çirriya paşîn 2025

Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê bo birêveçona 5emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê şand.

Deq peyamê wiha ye:

Rêzdaran! Endaman û alîgir û beşdarbûyên 5emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê!

Digel silav û rêz li xizmeta tevaviya jinên rizgarîxwaz, azadîxwaz, vekhevîxwaz û hişar ên Rojhilatê Kurdistanê, ji dil ve pîrozbahiya lidarxistin a Kongireya 5ê ya Yekîtiya Jinan li we dikin.

Xebata jinên Kurd bo nasname, azadî, rizgarî û vekheviyê, binyata girîng a berxwedan û xebata netewî û niştimaniya me ye. Hûn bi rawestan li hember cudatîdanînan û xebat bo parastina ziman û çanda Kurdistanê û xebat bo mafê jinan, we doza rizgarîxwaziyê rohntir kiriye. Rola ji mêjveya we, dide selimandin ku bê amadebûna hişmendane û pêşrewaneya jinan, ti tevgerek azadîxwaz, rizgarîxwaz û vekhevîxwaz, nagihe encamê.

Em wek nivşa ciwanên Kurdistanê, li vê xebat û rêbaza pîroz de hevçeperên ve ne. Baweriya me ev e ku hevkariya li navbera ciwanan û jinan, hêzeke nû bo paşeroja Kurdistanê diafirîneꓼ Paşerojek ku tê de azadî, vekhevî û kirameta mirovî, neku durûşm, belku rastiya jiyana netewa me ye.

Li vê Kongireyê û li pêvajoya xebata we de em hêviya serkevtinê bo we dixwazin

Tevî spas û rêz

Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê

Çiriya Paşîn 2025