Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 506 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

00:22 - 23 Çirriya paşîn 2025

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 505 a Agirî de ev mijar hene:

“Geşandina îradeya şoreşvanî, kite riya serkevtinê ye” Manşêta hejmara 506 an a Agirî ye, û herwisa Peyama Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat bi boneya birêveçona serkevtiyane ya hilbijartina li Îraqê û Herêma Kurdistanê.

Rûpelên 2 ê - Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq naveroka axaftinên nûeşkerebûyî yên serokê PJAK ê.

Rûpela 3 ê gotara - Windakirina zordestî, debara siyasî ya sîstema serkutkar, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 4 ê gotara - Avusturalyayê IRGC  lîsteya rêxistinên terorîst ên cîhanî Ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 5 ê de beşa 2 yê a gotara - Di cîhana dualî de modêrnîte û dêmokratîzebûna Kurdan ji nivîsa Hesen Heranî.

Rûpela 6ê gotara - Astê cinayet û hovtiya rêjîmê li Kurdistanê zêdetir dibe, jinivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 7 ê de gotara - Ev 3 Sermawez in ku Serhildana Jînayê didome, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a Agirî ku taybete bi hevpeywîna Agirî, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeyvîna vê care de li ser mijara Hewcehiya yekîtî û yekgirtin û afirandina gotara hevpar di nava aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê digel Silêman Keleşî xebatkarê siyasî pêk aniye.

Rûpela 9 de – Raporta birêveçona kora “Xizmetek bi qasî temen” bo rêzgirtin ji mamosta “Ebdula Hesenzade li bajarê Washîngitonê, û gotarek li jêr navê “DUNYAYÊ WEKE GULEKÊ BI HEVALÊN XWE RE BIHÎN BIKE Û BI HEVRE BIMEŞIN” ji nivîsa Cano Amedî dikevne ber çavên xwênerên hêja.

Rûpela 10 – gotara -  Femînîzma neteweperest, ji nivîsa Mujgan Elîpûr û wergêrana Hesen Mukerem.   

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 506 a Rojname ya Agirî, postêreke li jêr navê MAF Û XWÎN, bi hilkefta bîranîna serhildana Xezelwera 1398 an a Rojî li Îranê de, bi terahî û dîzaynêriya Serbet Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.