Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîmê ji serîhildana dubare ya xelkê gelek ditirsin

10:19 - 23 Çirriya paşîn 2025

Tirsa rêjîmê ji serîhildana dubare ya xelkê Îranê, li axaftinên berpirsên rêjîmê ên wek wezîrê îtilaata rêjîmê de bi rohnî tê xuya ku îdia kirubû”dujmin li pey bi armancgirtina Elî Xamineyî ye û herwisa îşare bi rewşa aborî û civakiya Îranê kiribû ku dikare bibe sedema xwenîşandanên nerizayetî yên seranserî.

Tirsa rêjîmê ji serîhildana xelkê ku dê yekem armanca wan jinavbirina rêjîma îslamiya Îranê û berpirsên cinayetkar ên vê rêjîmê bi taybet Elî Xamineyî bi qasekî zêde bûye ku îdî nikarin perdepoş bikin û îtiraf bi vê tirsê dikin.

Heta Mesûd Pizîşkiyan ê serkomarê rêjîmê bi eşkere ragihand ku hekî Elî xamineyê bibe armanc, rêjîmê dê hilveşe û heta hewcehî bi êrîşa Îsraîlê jî namîne.