Li berdewamiya çalakiyên jîngehparêzan û çiyageran û hogirên dîrok û jîngeha Kurdistanê, li bilindahiya gupka çiyayê “Qereqa” li Bokanê navê wî çiyayî li ser nivîsandin û li hewldanek hêja rêûresma navdêrkirinê li ser wî çiyayê Kurdistanê bi rê be birin.
Pêştir jî bi sedan jîngehparêz û çalakvanên medenî û hogirên ax û sirûşta Kurdistanê bi rêûresmên taybet, çiyayên “Mîrqaz û Terexe”yê bi danîna tabloyên nasnamedar kirina wan çiyayan bi navê wan yê kevnar û Kurdî, ji nasnameya axa xwe xwedî derkeftibûn.
Hewla wan çalakvanan bo parastina jîngeh û herwisa parastina nasnameya Kurdistanî ya çiyayên Kurdistanê ye.
Navdêrkirina wan çiyayên Kurdistanê, li torên civakî de bi awayekî berfireh belav bûne û bûne cihê dilxweşiya xelkê Kurdistanê.
Ev kar û hewla xelkê Kurdistanê jî piştî vê yekê dest pêkiriye ku hin kesên dijî Kurd û Kurdistanî û dujminê nasname û axa Kurdan, li çendîn bajarê derdora Urmiye û Bokan û Seqiz û çen cihên dinê, tabloya navê Kurdiye Çiya yan şikandine û birine, lewra ev çalakvan û xelkê Kurdistanê wek helmetek bi lixwekirina kincên Xakî yên Kurdî û lidarxistina merasima, ji nû ve diçin û tabolyên navê Kurdî yên wan Çiya yan dadinên.