Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna nefta reş li wizegehên Îranê ji 21 milyon lîtir li rojê de derbas bû

11:04 - 23 Çirriya paşîn 2025

Pêka rapûora nûçegihaniya Fars a ser bi rêjîma Îranê li wizegehên Îranê de bikaranîna mazot ku bi nefta reş jî tê naskirin, dest pê kiriye û rojane zêdetir ji 21 milyon lîtir tê bikaranîn û wizegehên mofettih, Selîmî û Şazend, zêdetirîn rêjeya nefta reş bi kar tînin.

Bikaranîna nefta reş li Îranê li halekê de ye ku bi sedema pîsbûna hewa li asta gelek metirsîdar de li çendîn parêzgehên Kurdistan û Îranê, bûye sedema daxistina îdare û xwendingehan û zêdetir ji heftiyekê ye ku li ragihandinên Îranê de li derheq metirsîdarbûna asta levitîna hewa huşdarî têne dan.

Tevî wan huşdarîdanan û bi taybet huşdarîdanên karnasên jîngehî, rêjîma Îranê di cihê bikaranîna gazê, nefta reş bi kar tîne.