Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 5 fermandeyên payebilind ên Hemasê kuştin

11:16 - 23 Çirriya paşîn 2025

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê li roja 22ê Çiriya Paşîn ragihand ku hêzên Artêşa Îsraîl li berteka êrîşkirinên bo ser hêzên Îsraîlî de 5 fermandeyên payebilind ên Himasê kuştine û herwisa nexweşxaneyên Xezê belav kirine ku li dawî êrîşên Îsraîl bo ser Xezê, zêdetir ji 16 kes hatine kuştin lê nasnameya wan kesan belav nekiriye û xuya nîne ku ev kesên hatî kuştin, ji hêzên Hemasê ne an ne.

Li berteka êrîşên vê dawiyê yên Hêzên Artêşa Îsraîl bo ser hinek beşên Xezê, hemasê bi navbendçî û herwisa şandiyên Amerîkayê li derheq bi dawîhatina agirbestê huşdar da û daxwaza birêvebirina xalên vê agirbestê ji Îsraîlê kir. Lê ti basek ji êrîşên xwe piştî agirbestê nekiriye.

Kanala têlêvîzyoniya 13 a Îsraîlê belav kiriye ku pêka hilsengandinan, agirbest dê berdewam be.