Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêncemîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serkevtiyane bi dawî hat

11:21 - 23 Çirriya paşîn 2025

Roja Înê 21ê Çiriya Paşîn a 2025, 5 mîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistata Îranê li jêr navê “Kongireya Jinên Pêşeng” û durûşma “Peyamên tevgera Jîna yê dikin hêvinê xebat û tekoşîna xwe”, bi rê ve ço.

Kongireya 5ê ya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistata Îranê bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê hemû Şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir û xatûn “Şilêr Mehmûdî”, Cihgira Sekretera Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistata Îranê, bi amaje kirina bi  rewşa tevgera mafxwazaneya Jinan li Îran û Kurdistanê û herwisa erk û pêspartiya rêkxiravekî wek yekitiya jinan, peyama destpêkirina Kongirê pêşkêş kir.

Li berdewamiya rêûresmê de xatûn “Şine Durûdger” Sekretera Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistata Îranê tevî xêrhatinkirin li beşdarbûyan û pirîzbahiya lidarxistina Kongirê li endam û alîgirên vê rêkxiraveyê, li ser rewşa siyasiya jinên Îranê û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê û çavrêtiya vê ji Kongirê, axivî.

Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê rêzdar “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat ve hate pêşkêşkirin û herwisa destegula pîrozbahiyê ya Desteya Kargêrî bo Kongireyê, ji aliyê xatûn “Xedîce Meizûrî” endama Komîteya Nanevendî ya Hizba Dêmokrat ve bi nûneratî ji endamên Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê, pêşkêş bi xatûn “Şîne Durûdger” a Sekretera rêkxiravê kir.

Li berdewamiya rêûresma destpêkirina Kongireyê de îşare bi navê wan kes, alî û rêkxiravane ku peyama pîrozbahiyê bo Kongireya Yekîtiya Jinan şandibûn hate kirin.

Li beşek din a kongirê de peyama pîrozbahiya Navenda Rêkxiravên Medenî ji aliyê rêzdar “Simayîl Şerefî”, berpirsê Navenda Rêkxiravên Medenî, hate pêşkêşkirin û herwisa destegula pîrozbahîkirina vê rêkxiravê ji aliyê xatûn “Xedîce Behmen”, endama vê navendê pêşkêş bi xatûn “Şilêr Mehmûdî” cihgira Sekretera Yekîtiya Jinan hate kirin.

Dawî beşa destpêkirina Kongirê, belavkirina belgefîlmek taybet bi çalakiyên beşên cur bi cur ên Yekîtiya Jinan bû.

Piştî rêûresma destpêkirina Kongirê, pêvajoya karên 5emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi dengdan bi rewatiya Kongirê ji aliyê endamên kongirê ve dest pê kir û piştî çendîn demjimêr kar û bas û lêkdaneweyan û rexne û pêşniyaran li ser belgenameyên Kongirê û pêspartiyan, hilbijartina birêbebera nû bê vê rêkxiranê, serkevtiyane dawî bi karê xwe anî.

Piştî hilsengandin û baskirin li ser pêşniyar, rexne û têbînî û dîtingehên cuda ku li rewşeke tevav dêmokratîk de hatine berbas, raporta Komîteya Birêveberiya Yekîtiya Jinan bo Kongirê, belgenameyên Kongirê, bername û pêyrewa navxwe ya Yekîtiya Jinan û pêspartî, hatine pesend kirin.

Li beşa dawî ya karê Kongirê de û li pêvajoya hilbijartinek azad, nihênî û dêmokratîk de bi serperestî û çavdêriya Navenda Hilbijartin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, endamên birêveberî yên eslî û cihgir ji aliyê andamên Kongirê ve hatine hilbijartin û komîteya birêveberiya nû, li yekem kombûna xwe de bi tevaviya dengan, xatûn “Şine Durûdger” wek sekretera Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê hilbijartin.