Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî payebilnd ê Hizbullahê hate kuştin

11:33 - 24 Çirriya paşîn 2025

Roja Yekşemî 23ê Çiriya Paşîn, Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Binyamîn Netanyaho, fermana êrîşa esmanî bo ser devera “Zahiyeya başûrî” ya bajarê Beyrûtê daye ku li encama vê êrîşê de terorîstek ê bi navê “Hêysem Elî Tebatebayî”, serokê stada Hizbullahê ku kesê 2ê yê Hizbullahê ye, hatiye kuştin.

Ev terorîstê rêjîma Îranê ku pêka gotina hinek çavkaniyan ser bi rêjîma Îranê bavê wî xelkê Îranê û dayka wî xelkê Lubnanê ye, li Lubnanê de ji dayîk bûye bi rêya bombên çeperşikên ên Îsraîlî, li şeqama “El-Erîd” a taxa “Herîk” a bajarê Beyrûtê de li binerda malekê de hatiye kuştin.

Ofîsa Serokwezîriya Îsrailê ragihandiye ku ev terorîst, berpirsê birêveberiya nûjenkirin û çekdarkirina dubare ya Hizbullahê bûye.

Amerîkayê pêştir huşdarî dabû ku Hizbullah mijûlê çekdarkiriona dubareya xwe ye û hewlên dewleta Lubnanê bo çekkirina hizbullahê bi qasa hewce bi hêz nînin.