Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dest bi ser devereke berfireh a erdê giştî yê derdora bajarê Merîwanê de hatiye girtin

16:50 - 24 Çirriya paşîn 2025

“Encumena Keska Çiya ya Merîwanê” bi belavkirina raporekê daye zanîn li li heyama 72 demjimêran de girîpeke 10an kesî ya çekdar bi çendîn alavên wek traktoran, dest bi kawilkariyeke berfireh wek birîna darên berû, jikokdexistina wan û kêlana erdên giştî li derdora bajarê Merîwanê kirine.

Pêka vê raporê, ew kirareke kawilker a rêkxistinkirî li dijî jîngeh û mafên giştî yên welatiyên xelkê bajarê Merîwanê ye ku li dema hewce de bo avakjirina xwendingehan, nexweşxaneyan, park û cihê niştecîbûn, lîstingeh û jêrxanên din ên gelek hewce bo xelkê Merîwanê, ku ji wan hemûyan bêpar in, bê bikaranîn û wan kesên çekdar, ew mafên xelkê binpê kirine û dest bi ser de girtine.

Pêka vê raporê, “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê”, çendîn caran navendên dadweriyên rêjîmê ji vê qurixkariya erdên giştî yên xelkê agehdar kirine û li vê derheqê de huşdarî dane.

Vê encumenê daxwaz ji navednên pêwendîdar ên dadweriya rêjîmê kiriye ku rêgirî ji vê kawilkarî û qurixkirina erdê giştî bikin û tawankaran siza bike.

Rêjîmê heta niha, bersiva “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê” nedaye.