Tundûtîjiya li ser Jinan mixabin niha jî bi hin sedemên wek Mêrsalarî, çand û kultûra kevnar, civatgehên paremayî li piraniya deverên cîhanê, tunajoyî ya olî û sîstem û desthilatên dîktator ve her berdewam e.
Ev tundûtîjî û bêmafiya jinan mixabin li welatê belalêdayî ye Êranê de çend qat zêdetir e.
Tundûtîjiya li ser jinan, ji aliyê rêjîma dîktator ve, nebûna azadiyên civakî û sepandina Hicaba bi zorê, li Îranê de, weke binpêkirina herî berçav a mafê mirov tête zanîn.
Bi hivya xebata pêşkeftiyane û berxwedana jinan bo xwedî derkeftin ji mafên xwe yên siyasî, mirovî, civakî, malbatî, welat û civatgeha me ji tunûtîjiya li ser jina paqij bibe.