Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê li roja Yekşemî 23ê Çiriya Paşîn, “Mehmûdelî Sultanabadî” û girtîyek din bi nasnavê “Melikî” yê xelkê bajarê “Çiginî” li parêzgeha Luristan, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê de bidar vekirin.
Herwisa li vê rojê de “Mihemed Nazimî” li girtîgeha Sipîdar a rêjîmê li bajarê Ehwazê, “Mûsa Gulpayganî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Simnanê, “Eyûb Zêydî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê û “Pêyman Elîzade” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebasê de hatine bidarvekirin.
Ji aliyê din ve û li roja Şemî 22ê Çiriya Paşîn, “Mihemed Tacîk” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê, “Sasan Mîsaqî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê û “Yasir Ebdulî” û “Yawer Hasilî” li girtîgeha Dizilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.