Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst îdia dike ku dê tola fermandeyê Hizbullahê hilde

12:00 - 25 Çirriya paşîn 2025

Piştî kuştina Hêysem Elî Tebatebayî, terorîstê rêjîma Îranê ku berpirsê stada Hizbullaha Lubnanê bûye û kesê 2ê yê Hizbullahê dihate hisêb, spaha pasdaran a terorîst îdia dike ku li dema xwe de dê tola wî hilde.

Pêştir jî spaha pasdaran a treorîst îdiayên wiha çewt bo tolhildana berpirsên din ên Hizbullah û Hemasê kiribûn ku tevî tola wan nehate hildan, fermadeyên asta 1 û 2 ên spaha pasdaran  a terorîst li êrîşên Îsraîlê de bo ser rêjîma Îranê bi tevavî ji nav çon.

Heysem Elî Tebabayî pêka zanyariyên belavbûyî ji aliyê Îsraîlê ve berpirsê çekdarkirina dubare ya Hizbullahê bûye û bi rêya alîkariya malî ya yek milyard Dolarî ya rêjîmê û hewla veguhastina çek û cebilxane bo Lubnanê ji aliyê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst, dixwest ku vê girûpa terorîstî ya lawazbûyî careke din bihêz bike lê Îsraîlê ev li enbarekê de kire armanca bombên çeperşikên û ji nav bir.