Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişkesalî bi awayekî gelek metirsîdar li 20 parêzgehan li Îranê de bûye gef

12:03 - 25 Çirriya paşîn 2025

Nebarîna baranê li 20 parêzgehan li Îranê, berdewamiya hişkesalî û dabeşkirina gelek sînordar a avê li hinek bajarên mezin li Îranê, dide xuya ku birêveberiya çavkaniyên avê li Îranê, gihîştiye xala qeyranek dijwar û ti hêviyek bo çareserkirina vê gefa li ser jiyana xelkê, li demek kurt de nemaye.

Piraniya bendavên li Îranê avek gelek kêm hene û bi taybet li deverên navendiya Îranê û herwisa parêzgeha Têhranê, pitira bendavan ava wan bi qasek daketiye ku li devedevê çikbûna tevav de ne û pêka satandardên cîhanê, dema ku av li bendavan de bi qasî %10 bimîne, bi ava mirî an gemar û levitî  tê hisêbkirin û nabe bê bikaranîn, lê li Îranê de rêjîmê vê standardê jî bi rê ve nabe.

Li berdewamiya qeyrana bêavî li Îranê, dê qeyrana mirivî li Îranê de biqewime û rêjîma Îranê ti hewlekê bo dabînkirina ava hewce bo jiyana xelkê Îranê nade.