Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporek li derheq gendeliya malî ya Exwanûlmuslimîn belav bûye

12:06 - 25 Çirriya paşîn 2025

Tora El-Erebiyê bi belavkirina raporekê da zanîn ku birêveber û endamên payebilind ên Exwanulmuslimîn, alîkariyên malî yên komkirî bo Xezê, di cihê xerckirin li avedankirina dubare ya Xezê, bo karên xwe yên ticarî û kirîna milk li Ewreopayê û berfirehtirkirina bandora siyasya xwe bi kar anîne.

Ev rapora El-Erebiye, piştî rapora rojnameya “Expressen” a Swêdê ku gendeliya malî ya gelek mezin a pêwendîdar bi tora xwendingeh û perwedeya zarokan a ser bi Exwanulmuslimîn li Swêdê eşkere kiribû, El-Erebiyê jî hûrdekariyên gendeliya nû ya maliya hevşêwe belav kir.

Herwisa hate ragihandin ku Donald Tromp serkomarê Amerîka biryar daye ku rêkxistina Exwanulmuslimîn bêxe nava lîstê girûpên terorîstî, û Serkomarê Amerîka ragihandiye ku ev biryar dê gelek bi micidî bikeve biwarê cîbicîkirinê.

Ev biryara Tiramp li ser daxwaza nûnerên Komarîxwaz li kongireya Amerîka de bûye.