N. Nûredîn Sofîzade
Di wan salên vê dawiyê de û li şoreş û serhildannên bi dijî dîktatoriyê de, xelkê serhildayî û ser şeqaman bi destê betal, lê bi îradeya bi hêze şoreşvanî, gelek destkeftên mezin bidest xistine.
Li nerizayetiya xelkê a li derheq giranbûna Benzînê li meha Xezelwera 1398 an û tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê de, bi taybetî xelkê Seranserî Îranê û neteweyên bê maf û bixasmanî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, karîn îradeya xwe ya şoreşvanî nîşan bidin û bi ser dîktatoriyê de zal bin.
Destkefta yêkin – Xelk ji bê tefawitiyê derkeft û nîşan da ku êdî niha pêde li hember zilma dîktator û bêmafiya xwe çiyê din bêdeng nabe.
2 – Xelkê bi temamî cudabûna rêza xwe ji rêjîmê dane xuya.
3 – Hate xuyakirin ku kite daxwaza xelkê tenê sernixûniya rêjîma dîktator e.
4 – Yekrêzî û yêkdengiya di nava hemî qat û beşên civatgehê de.
5 – Pêşengiya Jinan û Ciwanan wek hêza dînamîk a civakê li hemî nerizayetiyan de.
6 – Pêhesandina civatgeha navnetewî ku êdî rêjîma dîktator ti rewatiyek di nav xelkê de nemaye.
Ku wisaye herduk serhildan û tevgerên Xezelwera 98 an û tevgera Jînayê, bi wan destkeftên xwe, ne tenê nehatine temirandin û bêdengkirin, belku destpêke bo bihêzbûn û geşandina îradeya şoreşvanî a xelkê seranserî Îranê û îradeya gelê Kurd jî li pêşengayetiya hişmendiya siyasî û netewî de, bûye remz û xala jê fêrbûnê ku îro hemî netewên bindest ên Îranê bo xwe kirine remz û olgu.
Ev nirx û destkeftanê jî bi fîdakarî û canliserdestî û xwîna baştirîn xortê şoreşvan hatine bidestxistin, û divê ne tenê bêne parastin û bîranîn, belku divê bêne geşandin û ev îradeya şoreşvanî bête bihêzkirin.
Ev jî tenê bi yekitî, yêkdengî, hevxebatî di navbera hêza Şeqam û hêzên siyasî de hasil dibe, ev daxwaz partiyên siyasî yên Kurdistanê bêhtir erkdar dike û gel çavnihêrî ji wan heye.