Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukraynê mercên Amerîka bo dawîanîn bi şer, erê kirin

12:15 - 26 Çirriya paşîn 2025

Berpirsekî Amerîkayê ragihandiye ku heyeta Ukraynî digel Amerîkayê li ser egera aşitî û girêbesta dawîanîn bi şer digel Rûsiyê, gihîştine encamê û bi tenê hinek hûrdekariyên kêm mane ku dibe ser wan hûrdekariyan jî pêk bên.

Serokê Dezgeha Ewlehiya Ukraynê li Ebûzebiyê de digel berpirsên Amerîkayê hevdîtin kiriye û egera vê heye digel berpirsên Rûsiyê jî danûstandinê bike.

Beranmeya 28 xalî, ya pêşniyarkirî ya Donald Trump, bû sedema nerizayetiya tund a Viladêmîr Zêlênskî yê Serkomarê Ukraynê, lewma Amerîkayê li pêdeçoneke nû de, gelaleya 19 xalî bo agirbestekê pêşniyar kiriye.

Viladêmîr Pûtîn, Serkomarê Rûsiyê pêştir ragihandibû ku ev pêşniyara dikare bibe binyata çareserkirina dawî” lê navbirî ragihand ku Amerîlayê ev pêşniyar bo me neşandine û Rûsiye amadeyê çareserkirina aştiyane ye.

Pêka hinek zanyariyên piştrastnekirî, li vê pêşniyara agirbestê de bas ji dana beşek ji axa Ukraynê bi Rûsiyê nehatiye kirin ku ev xala herî hestiyar bo Ukraynê bû ku Viladêmîr Zêlênskî li vê derheqê de gotibû “neçar in li navbera şerafet an dostatiya stratejîk, yekê hilbijêrin” û “ev amade nîne bi ti awayek îxanetê bi axa xwe bike” ku bi wateya redkirina nerasterast a agirbesta pêşniyarkirî ya Amerîkayê bû.