Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema update a nû ya tora civakiya “X” gelek zanyarî hatine aşkerekirin

16:37 - 26 Çirriya paşîn 2025

Piştî update a nû ya tora civakiya”X”, cih anku “IP” û cura alava bikarhatî li welatan tê xuya û gelek kesên ku îdia dikirin li cihe din de ne, hatine eşkerekirin bi taybet hinek kesên ku li torên civakî de rola alozker an çêkirina fitneyan hebûn an xwe ser bi aliyekê didane naskirin, “IP” an cihê wan hate xuya û gelek zanyariyên hestiyar bi vê pêkê dest dikevin.

Hinek kesên ku li vê tora civakî bi taybet bo geşkirina agirê dijayetî linavebra Kurd û Azeriyan de gelek teblîxat dikirin, bi vê nûjenkirin û şiyana nû, hatine dîtin ku li navxweyî Îranê de û bi sîmkartên cura sipî ku bi fermî ji aliyê rêjîmê ve înterneta bê sînor bo wan hatiye dabînkirin, li torên civakî de li jêr navê dijberî digel rêjîma Îranê, mijûlê çêkirina fitne û aloziyan bi pêka siyaseta rêjîma Îranê û bi qazanca rêjîma Îranê bûne.

Li update a nû ya tora civakiya “X” de cura înterneta bikarhatî, “IP” anku cihê bikaranîn û cura app a bikarhatî bi rohnî tê dîtin û bi vê pêkê, rûkê rast ê gelek hisabên bikarhênerî yên çewt, hate eşkerekirin.

Li vê derheqê de Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku robatên înternetê yên rêjîma Îranê ku xwe wek opozîsiyon û dijberî rêjîma Îranê didane nîşandan, rûkê wan yê rast hate dîtin.