Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, banghêjiya “FIFA” bo nasandina handerên yaneya “Zaxo” wek baştirîn handerên cîhanê, wajo kir.
Federasiyona Navnetewî ya Topa Pê (FIFA)yê, handerên yaneya Zaxo yê bi sedema hewldana avêtina bûkele bo zarokên tûşbûyî bi şêrpencê wek yek ji 3 berbijêrên dawî bo bidestveanîna xelata cîhanî ya baştirîn handeran, diyarî kirine.
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê piştî wajokirina vê hewldanê li torên înternetî, li hevpeyvînekê digel “Kurdistanmedia”yê de ragihand ku Kurd bi kultûra ciwan û dewlemenda xwe, çavkaiya gelek ciwanî û herwisa landika rêzgirtin ji nirxên mirovî bûye.
Herwisa rêzdar Mistefa Hicrî got: “Wajokirina vê banghêjiyê erkek nîştimanî ye û daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê bi taybet ciwanan dikim ku li heyama wa 2 rojên bê de ku ev hewla dê bi dawî dibe, banghêjiya “FIFA”yê bo piştevanîkirin li handerên yaneya Zaxoyê wajo bikin”.