Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi hilkefta 25ê Noambrê, ji aliyê Komîteya Zagrosê ve bi rê ve ço

10:24 - 27 Çirriya paşîn 2025

Roja Sêşemî 4ê Sermawezê beranber bi 25ê Çiriya Paşîn 2025, Komîteya Zagors a ser bi Teşkîlata Aşkira ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 25ê November, roja cîhanî ya “Rawestan li Hember Tundûtîjiya li Dijî Jinan”, semînarek bo endamên vê komîtê lidar xist.

Li destpêkê de xatûn Kinêre Mêhfer bo destpêkirina semînarê çend gotinek li derheq tundûtîjî û dîroka navdêrkirina 25ê Novemberê pêşkêş bi amadebûyên semînarê kir.

Piştre xatûn Gelawêj Peyrewan, Kadra siyasî a Hizba Dêmokrat û korgêra semînarê, axaftina xwe pêkêş kir ku tevî îşarekirin bi 25ê November wek hilkeftek cîhanî, tundûtîjiyên dijî jinan ji çend aliyan ve xiste ber bas.

Xatûn Gelawêj Peyrewan, axaftinên xwe bi rewşa giştî ya civaka Kurdistan û Îranê ve girê da û bas ji hewl û çalakiya rêkxirav û çalkvanên warê mafên jinan kir.

Navbirî li dawiyê de li derheq girîngiya perwerdê bo kêmkirina tundûtîjiyan axivî û rohnkirin li ser rêçare û çawatiya rawestan li hember curên tundûtîjiyan li dijî jinan û wan sitem û cudatîdanîn û ne-vekhewiyê kir ku rûberûyê wan dibin.

Semînar bi rexne û pêşniyarên beşdarbûyan û bersivdana xatûn Gelawêj Peyrewan bi dawî hat.