Pêka raporên belavbûyî piştî derbasbûna zêdetir ji 12 roj ji binçavkirina xoseraneya 2 welatiyên Kurd ên bi navê “Mihemed Reşîdzade û Mistefa Kavûsî” tevî lipeyketina malbatên wan ti zanyariyek li ber dest nîne.
Pêka wan raporan, ev 2 welatiyên Kurd li rêya Pîranşar-Mihabadê de ji aliyê hêzên tepeserker ên rêjîma Îranê hatibûne binçavkirin û bo girtîgeha îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Urmiyê veguhastine.
Hêzên hov ên rêjîmê, bê hebûna belgeya yasayî û bi awayê xoserane ev 2 welatiyên Kurd binçav kirine û heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan nehatiye zanîn.
Rêjîma Îranê bi awayê xoserane û bê belge, xelkê li Rojhilatê Kurdistanê binçav dike û bi lêdana tohmetên çewt sizayên giran bi ser wan de disepînin.