Şandeke Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku ji rêzdaran “Kejal Neqşbendî” berpirsa Yekîtiya Jinan li Derveyî Welat û berpirsa şandê, “Roje Ezîzî” Nûnera Yekîtiya jinan li Kongireya Jinên Înternasyonal Sosyalîst û “Nemam Zerînfam” berpirsa Ragihandina Yekîtiya Jinan li Derveyî Welat pêk hatibû, beşdarî li kombûna salaneya Jinên Înternasyonal Sosyalîst de kirin.
Li vê Kongireyê de gotara Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Hevrê “Roje Ezîzî” ve bi zimanê Ingilîsî, hate pêşkêşkirin.
Xatûn “Rêje Ezîzî” bi balkêşandin bi ser vê yekê ku îro li Îranê de vergirtina data û zanyariyan gelek zehmet e, got: Rêjîma Îranê li her demekê zêdetir mafên mirovî binpê dike û li wî warî de gihîştiye asteke metirsîdar û ti rêkxiraveke ne-hikûmî û serbixwe, nikare bi sedemên ewlehî, wan binpêkirin û tawanane li Îranê de belgedar û tomar bikin.
Kombûna salane a “Jinên Înternasyonal Sosyalîst” li roja 27ê Çiriya Paşîn bi xwanexwêtiya Hizba Kedkar a “Malta”yê dest pê kir û li êwara 28ê Çiriya Paşîn li bajarê Valêta li welatê Maltayê, dawî bi erkên xwe anî.