Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dest ji şandina alîkariyên serbazî bo Hûsiyan bernade

16:58 - 4 Çirriya paşîn 2025

Dewleta Fermî ya Yemenê ragiahndiye ku 24 bermîl madeyên kîmiyayî yên pêşkevtî yên rêjîma Îranê ku li berhemanîna mûşek û dironan de tê bikaranîn û bi rêye gemiyekê bo Hûsiyên Yemenê dihate şandin, ji aliyê garda qiraxavî ya dewleta fermî ya Yemenê ve hatiye dîtin û dest bi ser de hatiye girtin.

Pêka rapora dewleta fermî ya Yemenê, ev 24 bermîl madeyên kîmiyayî, yên spaha pasdaran a terorîst in ku bi rêya toreke ser bi rêjîma Îranê bo Hûsiyan dihate şandin û li gevriya babûlmendeb de ji aliyê garada qiraxavî ve dest bi ser de hatiye girtin.

bi wî awayî tê xuya ku rêjîma dest ji gihandina alîkariyên serbazî bo milîsan bernade.