Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Cêy Strît li derheq egera şerê 2ê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê huşdarî da

17:00 - 4 Çirriya paşîn 2025

Saziya “J Street” a Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku egera qewimîna şerê 2ê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê gelek zêde ye û li egera qewimîna wî şerî de, dê gelek dijwartir û tundtir ji cara yekem be.

Ev saziya ku bawerî bi çareseriya aşîtîxwazenya pirsgirêkên li navbera Îsraîl û Felestînê heye ragihandiye pêka belgeyan, hem Îsraîl û hem rêjîma Îranê, xwe bo şerê 2ê amade dikin

Herwisa vê saziyê daye zanîn ku berdewambûna vê agirbestê, pêywendiyek zêde bi Donald Trump” ê Serkomarê Amerîkayê ve heye ku heta çi astekê, bikare Binyamîn Netanyaho bo destpênekirina şer razî bike.

Pêka vê raporê, xelkê Îsraîl şerê digel rêjîma Îranê bi şerê yekem binav dikin û wa dihizirin ku şerê 2ê dê gelek djwartir û girantir ji şerê yekem be.

herwisa “Seîd Xetîbzade”, cihgirê wezîrê derve yê rêjîmê gotibû ku egera şerê 2ê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê gelek zêde ye.