Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Wezreta Xenedariya Amerîkayê serdana Ewropa û Rojhilata navîn dike

09:48 - 2 Çirriya paşîn 2025

Pêka raporeke Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, ji roja Înê 31ê Çiriya Pêşîn a 2025 ve, “John K. Hurley”, Cihgirê Wezîrê Xeznînedariya Amerîka li Karûbarên Terorîzm û Zanyariyên Malî, serdana xwe li Rojhilata Navîn û Ewropayê dest pê kiriye ku hevdem digel zêdekirina givaşên “Donald Trump” bo ser rêjîma Îranê ye.

Li vê daxiyaniyê de hatiye ku “John K. Hurley” ku bilintirîn pileya Wezareta Xezînedariya Amerîka li mijara dorpêçan e, li rojên bê de dê serdana Îsraîl, Tirkiye û Lubnanê bike.

“John K. Hurley” li axafitên xwe de îşare kir ku Donald Trump bi rohnî ragihandiye dibe bersiva kiryarên terorîstî û alozker ên rêjîma Îranê bi givaşên berdewam û hevahengkirî, bê dan.