Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewleke terorîstî ya spaha pasdaran li Mêkzîkê de eşkere bû

15:58 - 8 Çirriya paşîn 2025

Çavkaniyên Amerîkayê ragihandine ku spaha pasdaran a terorîst li welatê Mêkzîkê de li pey kuştina “Înat Kirants Naygêr” balyoza Îsraîl li wî welatî de bûye û bi rêya toreke derveyî Îranê ku ji aliyê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst ve hatiye dariştin, berî cîbicîkirina vê pîlanê, ji aliyê Polîsê Mêkzikê ve hatiye pûçkirin.

Pêka gotina çavkaniyên agehdar, spaha quds toreke berfireh ya derveyê Îranê bi dijî berjewendiya Amerîka û Îsraîl û bi armancgirtina cihûyan, li welatên Amerîkaya Latîn de rêkxistin kirine.

Herwisa spaha pasdaran li Ustraliya û Ewropayê de jî torên hevşêwe rêkxistin kirine ku armanc kuştina cihûyan û derbe lêdan bi xelkê Îsraîl û Amerêka û herwisa welatên din ên Rojsavayî û birêvebirina siyasetên wehmî û cinayetkaraneyên rêjîma Îranê li cîhanê ye.