Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Derve yê Îsraîl li derheq biyrara dadgeha Tirkiyê bertek nîşan da

10:22 - 9 Çirriya paşîn 2025

Gîdeon Sa`ir, Wezîrê Derve yê Îsraîl, li derheq biryara dadstaniya giştî ya Tirkiyê ku fermana binçavkirinê bo çendîn berpirsên Îsraîlî bi taybet Binyamîn Netanyaho daye, ragihand ku dezgeha dad a Tirkiyê bûye emraza tepeserkirina siyasî, dijberan, rojnamevanan, dadweran û bajarvanan û hemen ofîsa dadstaniyê ku Îmam Oxlo(rikeberê Erdoxan) bi tenê bi sedema rikeberiya wî digel Erdoxan, binçav kiriye û niha jî bi dijî berpirsên payebilind ên Îsraîlê ve biryara binçavkirinê daye.

Herwisa navbirî tekezî kir ku “Îsraîl şanoya cihê pêkenînê a mekteba dîktator Erdoxan bi tundî red dike”.

Erdoxan heta niha çendîn caran Binyamîn Netanyaho bi “Hîtler” binav kiriye.

Egera hindê heye ku ev cure helwêst û karên Turkiyê bibne sedema aloziya peywendiya di navbera Îsraîl û Turkiyê.