Pêka amarên rêjîma îslamiya Îranê, zêdetir ji 18 hezar û 811 xwendevan bi sedema desttengî û hejariyê ji xwendinê bêpar mane, ku ji vê amarê 2 hezar û 376 xwendevan li asta dibistanî anku destpêkî û zêdetir ji 16 hezar xwendevan jî li qonaxa navendî, dest ji xwendinê berdane.
Li vê derheqê de “Mihemedceifer Qaêmpenah” ê cihgirê birêveberî ya serkomarê rêjîmê tevî îşarekirin bi wan amaran ragihandiye ku zêdetir ji 256 hezar kes li parêzgeha Sinê de şiyana xwendin û nivîsandinê nînin û li vê parêzgehê de 3 hezar mamostayên din ên xwendingehan bo vê parêzgehê hewce ne.
Bilindbûna nirxa hewcehiyên xwendevanan û daketina dahata malbatan û herwisa bandor û givaşên bo ser malbatên li vê parêzgehê, bûye sedem ku gelek ji xwendevanan bi wan sedeman bi neçarî dest ji xwendinê berdane.
Li sala 1403 a Rojî de li Îranê, zêdetir ji 3 milyon xwendevan ji xwendinê bi dûr mane ku sedema bingehîn hejarî û givaşên rêjîmê bo ser malbatan bûye.