Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maşîna kuştin û êidama girtiyan li Îranê de berdewam e û çendîn girtiyên Kurd bidar vekirin

10:54 - 9 Çirriya paşîn 2025

Li roja Înê 7ê Çiriya Paşîn, “Hawrê Cehan’ara” xelkê bajarê Serdeştê ku bavê 2 zarokan e û “Şemsedîn(Şehab) Ebasî Kayê”, xelkê gundê “Kayê” ser bi devera “Tirgewer” a bajarê Urmiyê”  li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatine bidarvekirin. 

Herwisa welatiyekî din ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê “Elî Kerîmî Zend” ê temen 42 salî xelkê bajarê Kirmaşanê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin.

Herwisa 2 girtiyên din bi navên Semîr Beharî û Yarolî Hacîzade ku herduk jî xelkê Serpêl Zehawê bûn li girtîgeha Dizîlabad a Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.

May Sato, Raportêra Taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarên Mafê Mirovî li Îranê ragiahndiye ku rêjîma Îranê bi bidarvekirina girtiyan, rêya encamdana cinayet li dijî mirovahiyê girtiye pêşya xwe.

Rêjîma Îranê li heyva derbasbûyî de zêdetir ji 217 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin.