Mêysen Zuhûriyan, serokê komîteya erzî û pûlî yê meclîsa rêjîmê, ragihand ku tevî hebûna cihê şik û guman li pêvajoya hilveşandin û iflaskirina banka Ayende, li heyama biryardana şêwreya bilind a serokên 3 dezgehên rêjîmê heta cîbicîkirina hilveşandina vê bankê, 40 hezar milyard Tûmen ji vê bankê hatiye derxistin.
Herwisa navbirî ragihandiye ku banka Ayende, zêdetir ji 500 hezar milyard Tûmen bi banka navendî û zêdetir ji 250 hezar milyard Tûmen qerdarê kesên ku diraf danîne vê bankê de ye.
Hilgirtina zêdetir ji 40 hezar milyard Tûmenî ji vê bankê ku qerdarê banka navendî û xelkê ye, bi awayekê dizî ji vê bankê ye û kesên ku ev diraf ji vê bankê derxistine, heta niha ti lipeyketinek ji aliyê dezgehên ewlehî û dadweriyên rêjîmê ve nehatiye kirin û “Mêysem Zuhûriyan”, daxwaza lipeyketinê bo wan tawankaran kiriye.