Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekitî û hevxebatî li ser kîjan hêlê?

15:04 - 9 Çirriya paşîn 2025

N. Nûredîn Sofîzade

 

Yekitî û hevxebatî xweziyek pir bihagiran e ku renge her kes bixwaze, hinek bi dil û can vê xweziyê dixwazin û kar bo dikin ku rojekê bikarin yekitiyê çê bikin, lê hinek kes û aliyan peyva yekitiyê kirina kalayek û difiroşne aliyên din û tenê bi armancên kesî û hizrî û berjewendiya xwe bikar tînin.

Yekitî û yekrêzî û hevxebatî û hevdilî bi dirêjahiya dîrokê xwezya gelê Kurd bûye, lê mixabin heya niha jî gorî dilê wan nebûye û ger yekitiyek jî hin caran çêbibe, gelek nekêşaye û têk çuye û tenê bo demekî kurt bûye.

Axa Kurdistanê ku hatiye perçekirin bo 4 beşan, Kurd ku ji mafê neteweyî ye xwe hatine bêparkirin, Kurd ku berdewam kevtine ber qehr û êrîş û kuştara dujminên dagîrker, ziman, çand, û nasnameya wan tête înkarkirin, lewra bi sedan sale bo mana xwe û bidestxistina wan mafên xwe xebatê dike.

Mêrxwas û şoreşvanên kurd û siyasetmedarên Kurd, li çarçoveya part û saziyên siyasî de xwe rêkxistin kirin e, bi avayekî ku li heçî kîjan ji wan perçên kurdistanê de, dehan part û aliyên siyasî hene û heçî kîjan ji wan jî karîne hinek ji xelkê li dewra siyaset û bernama xebata xwe kom bikin.

Piraniya wan hêzên siyasî piştî evê ku bi kiryar kevtine nava qada xebatê, di cihê evê ku lipêxema bidestveanîna maf û azadiyên netewa Kurd de tevbigerin, mixabin parek ji wan bûne hilgirê îdolojî û felsefe û teoriyên wisa ku çi pêywendiyek bi Kurd û mafê Kurd ve nîne. Hinek hilgirê hizra Mao, hinek teoriya Marks, hinek çep û hinek rast û hinek oldarî û ……

Ev cuda hizriya îdolojîkî jî di nava part û aliyên siyasî yê Kurd de bûye sedem ku qet nekarin ji hevdu nêzîk yan hevxebat bin. Çimku partiyekî nasyonalîst û yêkî çep û yêkî olî, ji warê hizrî ve hinde ji hev dûr û cuda ne ku wekî sîmê berqê Nol û Faz ger hevdu bikevin agir pê dikeve û her tişt têk diçe.

Yekitiya netewî tenê li ser hevhizrî û hev armancî û Kurdayetiyê tête çêkirin, neînku li ser hêz û qewareyan, pirs û derd û xema Kurdan, maf û azadî û xaka wan e, lewra ew hêz û aliyên Kurd ku bawerî bi wê pirsê hene, dikarin hevxebat bin û yekitiyê çêkin.

Bo çêkirina heçî yekrêziyekê divê hinek xal û armancên hevpar hebin.