Berpirs û navendên rêjîmê her wek salên berê û li pêvajoya pîlanek nû de hewlê didin ku li nav ciwanên Kurdistanê û bi taybet li bajarê Merîwanê, belavkirin û bikaranîna madên hişber bi asayî û berfirehtir bikin.
Pêka raporekê ku gihîştiye beşa Nûçeyan a Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Merîwanê de rêjeya tûşbûn bi madeyeke hişber a kîmiyayî ya bi navê “Kîmîkal” bi lezgînî rû bi belavbûna zêdetir ve diçe û ev diyardeya şûm, bi awayekî nihênî li nav civakê de belav dibe.
Herwisa vê çavkaniya agehdar ragihandiye ku ev madeya nû ya hişber, bi pîlaneke dariştî, ciwanan û qatên cuda yên civakê dikin armanc û armnaca rêjîmê ji vê hewla gemar ev e ku li ber çavên xelkê de wek tiştek asayî bê xuya û bibe beşek ji jiyana asayî û rojaneya xelkê.
Vê çavkaniyê gotiye ku: ew kesên ku hewla geşedan bi vê diyardeya şûm didin, xelkê bajarê Merîwanê û bi giştî xelkê Kurdistanê nînin lê bi awayekî berçav li navenda belavkirina vê madeya hişber de têne dîtin. Her kesek vê madeyê bo çend xulekan bi kar bîne, li cihê xwe de hişik dibe û nikare ti bizivînekê bike.
Pêka zanyariyên vê çavkaniyê, ev diyardeya nîşaneyek rohn ji hebûna pîlanek mezin li vê hewldana rêjîmê de heye ku bi madên kîmiyayî yên nû, dest pê kirine û komara îslamî bi şêwazek nû, hewlê dide civaka kurdistanê aloz bike.
Welatiyên li bajarê Merîwanê îşare bi vê yekê dikin ku polîs, navendên ewlehî û damezraweyên pêwendîdar ên rêjîmê, ji kontrolkirin û binçavkirina wan kesan xwe diparêzin û tevî ku çendîn caran pêwendî bi wan re hatiye girtin û daxwaza hevkariyê ji wan hatiye kirin, an her li pey nakevin an bi gelek derengî li pey diçin. Ev bêdengiya jî wek beşek ji vê pîlanê tê dîtin ku armanca vê, jinavbirin a binayata civaka Kurdistanê ye.
Ev karesata nû ku li jêr perderya asayîbûnê de bi hewlek nû ya navendên tepesaerker û serkutkarên rêjîmê tê hisêb, huşdariyek mezin bo hemû xelkê Kurdistanê ye û dibe civaka Kurdistanê bi yêkitiyê li hember bisekine û rêgirî ji alozbûn a binyata civaka Kurdistanê bike.