Pasdarekî terorîst ê rêjîmê yê bi navê “Hesenniya” ku pileya serdarî ya rêjîmê heye, li bernameyeke têlêvîzyonî de daxwaza reftara herî tundîtîj digel kesên pinpêkerê yasaya hicaba bi zorê dike û ragihandiye ku gotûbêj digel wan kesan çareser nîne û dibe pêst û çermê serê wan rakirin.
Herwisa navbirî tevî bêrêzîkirinek kirêt bi jin û keçên serhildêr yên şoreşa Jînayê, keçên ku hicaba bi zorê bi rê ve nabin, bi segbidest binav kir.
Bi sedema berxwedan û îradeya xelkê û berxwedana jin û keçan li derheq hicaba bi zorê bi awayê demkî rêjîma Îranê neçar bi paşekêşiyê kirine lê kesên wehmî û herwisa tundajoyên rêjîmê vê paşekêşiyê qebûl nakin û tekezî dikin ku dibe bi dirindanetirîn rewşê reftarê digel kesên bê hicaba bikin.