Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji tirsê berteka xelkê li derheq xwe şewitandina Ehmed Baldî, rewşa Ehwazê awirte ye

11:16 - 10 Çirriya paşîn 2025

Gorî raporên ku ji aliyê çalakvanên Ereb ên Ehwazê ve belav bûne, rêjîma Îranê ji tirsê berteka xelkê wî bajarî li derheq xwe şewitandina Ehmed Baldî, rewşa Ehwazê bi temamî milîtarîze kiriye û hêzên tepeserkar li nava bajar de danîne û geştên matorsiwaran jî herderî hene.

Sibêdeha roja Yêkşemiya hefteya derbasbûyî, hêzên şaredariya menteqa 3 a bajarê Ehwazê digel hêzên tepeserkare intizamî, bê agehdarkirina xwediyê botqe û dekê, ev deke herifandin û xirab kirin, Jin û zarokên xwediyê dekê, anku Ehmed Baldî, li ber botqa xwe man girtin, lê hêzên hove rêjîmê bi tundûtîjî digel wan reftar kirin, Cihgirê xedemata şaredariyê destê hevjîna Ehmed Baldî girt û ev fireda derê, Ehmed Baldî li hember vê hovitî û reftara nemirovane a hêzên rêjîmê li ber çavê hêzên rêjîmê agir berda xwe.

Ehmed Baldî %70 laşê wî şewitiye û niha li nexweşxanê de ye û rewşa wî baş nîne.

Rêjîm ji wê yekê ditirse ku xelk derkevin û xwenîşandanê bikin, lewra li nava bajarê Ehwazê de tevna eskerî raçandiye û rewşekî tevav ewlehî bi ser bajar de zal kiriye.