Can Hêrlî cihgirê wezîrê xezanedariya Amerîka li karûbarê terorîsmê û zaniyariyên malî de, ragihand ku Amerîka cehdê dike ku di rewşa niha de Lubnanê neçar bike bo qutkirina alîkariya malî a rêjîma Îranê bo Hizbullahê, û piştre jî Hizbulahê çek bike.
Gorî rapora Roytêrzê, Can Hêrlî gotiye: Tevî dorpêçên tund ên welatên Rojavayî jî, dîsan rêjîma Îranê di heyamê sala derbasbûyî de, Milyardek Dolar bo Hizbulahê şandiye.
Navbirî herwisa tekezî kiriye ku li Lubnanê de derfetekî dîrokî hatiye pêş, hekî em bikarin Hizbulahê çek bikin, xelkê wî welatî dê bikarin carekî din kontirola welatê xwe bigirne dest xwe, Xala destpêkî jî bo geheştin bi wê armancê, sekinandina alîkariya malî a rêjîma Îranê bo Hizbulahê ye.
Amerîka bo vê armancê heyamekê berî niha çendîn tacir û serrafên Lubnanî xistine nava lîstê dorpêçan û dest bi ser serwet û heyî ya wan de girtiye û biloke kiriye.