Pêka raporên belavbûyî li roja Yekşemî 9ê Çiriya Paşîn 3 girtî yên bi navên Riza Molayî, Mihemedriza Bedoyî û Mehdî Ceiferzade li girtêge rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin.
Herwisa rêjîma Îranê 13 girtiyên din jî ku 2 ji wna jin bûne, li girtîgehên xwe li seransrerê Îranê de bidarvekirine û pêka vê raporê, li roja Yekşemî 9ê Çiriya Paşîn, Hebîb Nemazî li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kercê hatiye bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de Ebdullah Tacîk ê xelkê Efxanistanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê, Hemîd Nadirî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Endîmişkê, Mêhran Husênpenah û Seyd Ehmed Secadî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê, hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja Şemî 8ê Çiriya Paşîn, Zehra Mirxefarî, Omîd Fêyzî û Îhsan Emînî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê, Welîkerem Destar li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nehawendê, Pêyman Qasimî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê û Emîr Xalidî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremadadê de hatine bidarvekirin.
Li roja Çarşemî ya heftiya derbasbûyî de jî Zehra Xanbabayî û Yûnis Cehandîde li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebasê de hatine bidarvekirin.