Pêka raporên belavbûyî li navxweyê Îranê, hinke dermanên hewce ên wek Ensolîn û alava bihîstin û diyafragma destkird a dil, bi sedema alîkarînekirina hikûmî bo hawirdekirina wan, bi nirxa azad li bazarê têne firotin û nirxa wan derdora 5 qat bilind bûye.
Herwisa birinc ku girîngtrîn xwarina xelkê Îranê ye, her kîlo derdora 400 hezar Tumenî tê firotin û êdî qatên hejar nikarin bi qasa hewce vê xwarinê jî bo zarokên xwe bikirin û xelkê hejar roj bi roj şiyana kirina hewcehiyên xwe yên destpêkî jî ji dest didin.
Ev yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê li sala 2025 de zêdetir ji milyardek Dolar Alîkarî daye Hizbullahê û berpisê banka Ayende yê bi navê Elî Ensarî zêdetir ji 100 milyon Pond li Birîtaniyayê de milk bi dirafê dizî yê xelkê Îranê kiriye û ti lêpirsînek jî ji wî nehatiye kirin.