Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera destpêkirina dubare ya şerê Îsraîl û Îranê gelek zêde bûye

10:15 - 11 Çirriya paşîn 2025

Rojameya “The New York Times” a Amerîkayê raporek li jêr navê “Binbesta metirsîdar li bernameya navkî ya Îranê”, nivîsandiye ku tê xuya rêjîma Îranê bi berdewam mijûlê karkirin li binkeya navkî ya meyandina Oraniyomê ya li çiyayê “Koleng Gezla”yê de ye û rê nade lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ku li wir û navendên din ên çihê şik û gumanê de lêkolînan bikin û vê yekê rewşa vê binbesta navkî gelek metirsîdar kiriye, û egera şer gelek zêde bûye.

Ji aliyê din ve ragihandinên Îsraîlê ragihandine ku bernameya mûşekiya rêjîma Îranê bi awayek lezgîn berfireh dibe û Îsraîl ji nêzîk ve hay ji vê heye û hewceye ku rêjîma Îranê berî dawîhatina dema serkomariya Donald Traump, bi tevavî bê herifandin.

Herwisa Can Hêrlî, Cihgirê Wezêrê Xezînedariya Amerkayê li karûbarên Terorîzm û Zanyariyên Malî, hûşdar da rêjîma Îranê û ragihand ku Îran li navenda nearamiya deverê de ye û ev bi dirinde û ehrîmenek hov binav kir ku çendîn baskên vê hene û serê vê ehrîmena hov li Têhranê û baskên vê milîsên ser bi rêjîmê li welatên deverê de ne.