Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro hilbijartina giştî bo parlemana Îraqê hat kirin, û Îraqê destêverdana rêjîma Îranê şermezar kir

10:31 - 11 Çirriya paşîn 2025

Piştî nêzî 2 hefteyan bangeşe û teblîxata bo hilbijartina nûnerên parlemana Îraqê, û kêberkê ya hêz û aliyên siyasî û berbijêran, Îro xelkê seranserî Îraqê û Herêma Kurdistanê ji bona hilbijartina nûnerên parlemana Îraqa fedral, çone ser sindûqên dengdanê.

Li herêma Kurdistanê de jî li rewşekî aram û bi avayekî azad û dêmokratîk û rastewxwe û nihênî, gelê Kurd çone ser sindûqan û deng dan.

Wezareta Derve ya Îraqê li roja Duşemî 10ê Çiriya Paşîn de daxuyaniyek li derheq axaftinên “Îsmaîl Beqayî” yê berdevkê wezareta derve ya rêjîma Îranê li derheq hilbijartinên Îraqê, belav kir û ev bi destêverdana eşkere li karûbarên navxweyî ya Îraqê binav kir û da zanîn ku bi ti awayekê vê ji rêjîma Îaranê qebûl nakin

Li vê daxiyaniya Wezareta Derve ya Îraqê de hatiye: “Ev Wezareta ji axaftinên Îsmaîl Beqayî, ecêbgirtî maye û vê bi bizvêner û destêverdana eşkere ye, çimkî pêvajoya hilbijartinê, pirsek bi tevav netewî ye ku bi tenê li qurixa îradeya xelkê wî welatî û navendên yasaya bingehîn ya vê de ye”.

Li vê daxuyaniyê de hatiye: “Îraq pêwndiyên hevseng digel cîranên xwe bi pêka binyata rêzgirtina dualî bi deshilat û tedaxulnekirin li karûbarên welatan de heye.