Pêka rapora Resedê Belûçistanê, li roja Duşemî 10ê Çiriya Paşîn, hêzên hov ên serbazî yên rêjîma Îranê, bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane, êrîş kirine ser gundê “Şandêhî”yê ser bi bajarê Sîb û Soran, û çendîn jin û zarokên Belûç ên xelkê wî gundî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.
Pêka rapora Resedê Belûçistanê, wan hêzan bi awaykî hovane û bi çêkirina rewşeke sam û tirsandinê li wî gundî, ev hevwelatiyên Belûç binçav kirine.
Rêjîma Îranê gelek caran xwe ji dana nasnamê bi xelkê Belûçistanê diparêze û hejmareke zêde û nexuya ji xelkê Belûçistanê bê nasname mane û her carê bi hêcetekê ji aliyê rêjêmê ve têne girtin û li jêr navê Efxanî û Pakistanî, ji Îranê têne derxistin an tohmeta sîxurîkirinê bi wan didin.