Marko “Robiyo”, Wezîrê Derwe yê Amerîlkayê ragihand ku ragirtina dorpêçên “Yasaya Sizar”, bo ser Sûriyê, bo nûjenkirina aborî, pêwendiyên digel welatên din û dabînkirina xweşbijîwî û aşitî bo tevaviya xelkê Sûriyê ye.
Herwisa navbirî tekezî kir ku “Donald Trump” çavnihêrî ji dewleta Sûriyê heye ku bi karên berçav bo derbasbûn ji berê û tekoşîn bo aliyê aşitiyê li deverê de here.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayî, bo heyama 180 rojan dorpêçên bo ser Sûriyê ragirtin.
Egera vê heye ku piştî wan 180 rojan û li baştirbûna rewşê pêka çavrêtiya Amerîkayê, ev dorpêç bêne hilveşandin û çareserkirina pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî yek ji giringtrîn pirsên li wî welatî ye.