Roja Duşemî 10ê Çiriya Paşîn a 2025, li welatê Biljîkê de semînarek siyasî ji aliyê Partiya Yekîtiya Dêmokrat a Kurd li Sûriyê li ser rewşa Kurd li Rojhilata Navîn û bi taybet Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bo rêzdar Dr. “Azad Elî” Cihgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Dêmokrat a Kurd li Sûriyê, bi rê ve ço.
Li vê semînarê de gelek hizb û partiyên siyasî ji hemû beşên Kurdistanê û rêkxiravên medenî û xelkê, beşdarî kiribûn.
“Îbrahîm Xudamuradî” wek Nûnerê Kumîteya Biljîkê ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Bêljîkê li ser vexwandina Partiya Yekîtiya Dêmokrat a Kurd li Sûriyê, beşdarî li semînarê de kir.
Rêzdar “Îbrahîm Xudamuradî” li vê semînarê de bas pêşkêş kir û amaje bi vê yekê kir ku li vê rewşa hestiyar de gelê Kurd hewcehî bi hevnîzîkbûna Hizb û partiyên siyasî yên Kurdistanê bo bi destveanîna armancên gelê me li hemû beşên Kurdistanê heye.
Nûnerê Kumîta Hizba Dêmokrat li Bêljîkê di nava axiftina xwe de îşare bi vê yekê kir ku bi tenê yekitî û yekdengî dikare piştevaniya navnetewî ya serast bo pirsa gelê me dabîn bike û em bibin bi neteweyek karlêker û bi bandor û cihê baweriyê li deverê.
Navbirî li berdewamiya axiftinên xwe de îşare bi rewşa aloz a komara îslamî kir ku li hemû warên dîplomasî, aborî û civakî de bi tevavî li rewşa şikestxwarinê de ye.