Hemze El-Mustefa, Wezîrê Gihandina Sûriyê bi belavkirin peyamekê li tora civakiya “X” de daye zanîn ku Sûriye tevlî hevpeymaniya dijî DAÎŞê bi fermandehiya Amerîkayê bûye û ev lihevkirinek siyasî digel vê hevpeymaniyê ye, da ku rola xwe wek welatek hevpar li rawestan li hember terorîzmê û piştevanîkirin li aramiya deverê bide selimandin.
Herwisa navbirî ragihandiye ku ev bi tenê lihevkirinek siyasî ye û heta niha ti mijareke serbazî li xwe negirtiye.
Ji aliyekê ve Wezareta Xezînedariya Amerîkayê dorpêçên bo ser Sûriyê heta 180 rojan ragirtine û Donald Trump Serkomarê Amerîkayê bi Serkomarê demkî yê Sûriyê soz da ku bo serketina Sûriyê, xwe ji ti alîkarîdanekê naparêze.