pêka amarên belavbûyî yên mafê mirovî, roja Sêşemî 11ê Çiriya Paşîn, “Şahhusên Ferhadî li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Yezdê, “Şahîn Salih” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê û “Xudayar Coxtay” li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Sebzewarê, hatine bidarvekirin.
Herwisa roja Duşemiyê 10ê Çiriya Paşîn, “Mîlad Nêimetî” li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Cîroftê, “Bêhzad Yezdî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê û “Şehab Nazimî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê de hatine bidarvekirin.
Pêka wan raporan roja pêştir jî “Ellahkerem Nezerî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Dizfûlê de hatibû bidarvekirin.