Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon

11:39 - 12 Çirriya paşîn 2025

Li berdewamiya kombûnên nerizayetî li Îranê, çendîn kombûnên nerizayetî hatine lidar xistin ku li bajarê Qezwênê de hêzên tepeserkerên rêjîmê tundîtîjî xistine nav kombûnê.

Pêka raporên belavbûyî, kedkarên pîşeyî û personelên yekeya 3 a palavtingeha Parsê Cinûbî, li rûberûyê  bînaya stada şirketa Parsê Cinûbî kombûneke nerizayteiyê lidar xistin û li derheq cudatîdanîn li dana heqdestan li navbera personelên fermî, girêbestî û yekeya 3 û vekhevkirina heqdestan û baştirkirina jiyana wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa 2emîn roja kombûna nerizayetî ya perestaran li bajarê Meşhedê, bi rê ve ço û perestarên li vê kombûnê de nerizayetiya xwe li hember guhnedana bepirsan û sozên çewt ên çendbarebûyî yê berpirsan, nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaz destjikarberdana berpirsên pêwndîdar kirin.

Herwisa xisarpêketiyên malî yên li bajarê Qezwênê, yên şirketa “Terawet Xudro” li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li bajarê Qezwênê kombûna nerizayetiyê lidar xistin lê hêzên hov ên rêjîmê, tundûtîjî xistine nav kombûnê û bi batûnan êrîş kirine se wan û heta jin û zarokên li nav kombûnê de jî kutane û çendîn kes jî girtine û bo cihek nexuya veguhastine.