Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enbareke din a cebilxaneya rêjîmê li Sûriyê de hate peydakirin

16:39 - 12 Çirriya paşîn 2025

Pêka rapora “El-Erebiye” hêzên ewlehî yên ser bi Wezareta Navxwe ya Sûriyê, li devera “El-Bûkemal”ê de enbareke çekên paşmayî yên milîsên ser bi rêjîma Îranê ku ji serdema rêjîma Beşar Esed ve li erdekeî perdepoşkirî de li derdora wî bajarî de hatibû veşartin, peyda kirine.

Pêka vê raporê zêdetir ji 140 çekên wek Kilaşînkof li vê enbara rojhilatê Sûriyê de hatine peydakirin.

Devera El-Bûkemal, yek ji wan deveran e ku heyamî çendîn salan, pitira şandina cebilxane bo milîsên ser bi rêjîma Îranê bi rêya bejayî, ji vê deverê re derbas dibû û li çendîn cihan de enbarên paşkevtkirina wan cebilxaneyan hebûne ku hejmareke zêde ji wan heta niha hatine peydakirin û jinavbirin, lê egera vê heye ku hêj li vê deverê de enbarên zêdetir ên cebilxaneya rêjîma Îranê her mabin û hêj nehatine peydakirin.