Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dorpêçên nû xistine ser rêjîma Îranê

10:40 - 13 Çirriya paşîn 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 32 kes û navendên Îranî û yên çend welatên din ku bi encamdana kiryarên locistîkî, kirîna alavên mûşekên balistîkî û dironan alîkarî dane rêjîma Îranê, xistine nava lîstê nû yên dorpêçan de.

Pêka rapora ku Ofîsa Kontrolkirina Darayiya Biyanî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê belav kiriye, ev 32 kes û navend li Îran, Tirkiye, Çîn, Hong Kong, Hindistan, Alman û Ukraynê de ne ku toreke dabînkirina alavên cuda ye û piştevanî li berhemanîna mûşekên balistîkî û dironan li Îranê de dike.

Pêka vê raporê, tevahiya darayiya wan kesan û navendan li Amerîkayê, dest bi ser de hatiye girtin û her cure danûstandinek digel wan bo xelkê Amerîkayê, hatiye qedexekirin.