Pêka raporên belavbûyî, hêzên hov ên întizamiyên rêjîmê li wêzgeha tevtêşê a rêya bajarê Tîkabê welatiyekî Kurd ê bi navê “Mîlad Keremî” li maşîna wî de, dane ber regbara gulleyan û kuştin.
Pêka wan raporan, navbirî îcaze anku gewahînameya ajotina maşînê nebûye û xwestiye xwe ji vê wezgeha lêkolînê derbas bike, lê bi gulleyên wan hêzên hov, hate kuştin.
Mîlad Keremî, temen 39 salî, xelkê bajarê Sinê û bavê 2 zarokên temen 11 û 14 salî ye û rêûresma bi axpsartina wî li goristana “Bihiştê Mihemedî” ya bajarê Sinê de bi rê ve ço.
Hêzên hov û tepeserker ên rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê de bê agehdarkirina berê, teqê li xelkê dikin û heta niha ti bikerekî wan cure cinateyan, nehatiye dadgehîkirin